ÇalakîManşêtPYD

Hevseroka PYD pêşwaziya Baba Michael Kendalf li Helebê kir

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) “Eyşa Hiso” û rêhevalên “Bedran Hemo û Roşîn Mûsa” yên nivîsgeha têkiliyên partiyê li herêma Efrînê pêşwaziya “Baba Michael Kendalf” keşeyê Dêra Bextewariyê kirin. li nivîsgeha partiyê li Helebê.

Di hevdîtinê de pêşketinên dawî yên li ser qada Sûriyeyê ji aliyê siyasî, civakî û çandî ve hatin nirxandin.

Baba Mîşêl axivî û got: “Şert û mercên ku Sûriye tê re derbas dibe, ji bo ku aştî û hezkirin di nava gelên welêt de vegere, pêwîstî bi vekolîneke berfireh heye.

Her wiha dilgiraniya xwe ji rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xurtkirina jiyana azad û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de nîşan da.

Ji aliyê xwe ve heval Eyşe Hiso serdana Baba Mîchael Kandalf a ji bo nivîsgeha partiyê ya li Helebê bi xêrhatin kir û bal kişand ser têkiliyên di navbera gelên herêmê ku evîn û wekhevî lê serdest e û wiha got: “Divê gelên herêmê yekîtiya neteweyî pêk bînin li hemberî dewleta Tirk û projeya dagirkeriyê û polîtîkayên wê yên berfirehkirinê li Rojhilata Navîn. Tekez kir ku deriyên diyalogê ji gelên Sûriyeyê re vekirî ne.” Yên ku ji bo avakirina pêşerojeke geş û demokratîk, piralî û nenavendî bi îradeya azad û piralî bawer dikin.

Back to top button