ÇalakîManşêtNûçe

Malbatên şehîdan: Em rê nedin Erdogan û ne kesên din ku derbeyê li projeya demokratîk bixin

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derbeya projeya demokratîk bi hezaran malbatên şehîdan li kantona Qamişlo meşek navendî li navçeya Tirbespiyê lidarxist.

Meşê ji kolana sereke ya navçeya Tirpespiyê dest pê kir û bi sloganên li dijî gefên Tirkiyê yên li ser h

erêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re” û “Na ji gefên têkbirina ewlehiyê re” berz kirin. Xwep

êşandêran bang li civaka navdewletî kir ku ji binpêkirinên Tirkiyê der heqê xaka dewletên cîran de sînorekî deyne.

Paşê meş li Qada Azadî ya navçeya Tirbespiyê veguherî mîtîng hat lidarxistin. Hevserokê Meclisa Mal

batên Şehîdan şaxê kantona Qamişlo Masûm Hesen axivî û got şoreşa Sûriya ji ber destwerdanên Tirkiyê aloztir bû, her wiha Tirkiyê hêj gefan li xaka Sûriyê dixwe.

Masûm Hesen diyar kir ku herî zêde ewlehî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda dibe û wiha anî ziman: “Ev hemû bi saya berdêlên giranbuha û projeya demokratîk e.”

Hesen destnîşan kir ku Erdogan projeya demokratîk ji bo desthilata xwe wek gef dibîne, lewma gefan dixwe û hewldana têkbirina vê projeyê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxuyaniyên vegera Osmaniyên nû, nîşana zêdegaviyan e.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Masûm Hesen bal kişand ser ku ew ê rê nedin Erdogan û kesên din ku derbeyê li projeya demokratîk bixin û ew şopdarên rêya şehîdan bin.

Mîtîng bi sloganên “Na ji gefên Tirkiyê re” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Back to top button