ManşêtNûçe

Bi hezaran malbatên çeteyan li Efrînê hatin bi cih kirin

Piştî pêşketina rejîma Sûriyê li parêzgeha Idlibê û kontrolkirina bajarê Xan Şêxûn û herêmên din, komên çete malbatên xwe li Idilibê birin navçeyên kantona Efrînê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku komên çete zêdetirî 160 hezar kes ji Idlibê birin Efrîna dagirkirî, çeteyan ew li malên şêniyên Efrînê li hundirê navçe û gundan bi cih kirin.

Çavkaniyekî herêmî ji hundirê Efrînê got çeteyên artêşa Tirk a dagirker di 2 rojên çûyî de hezar û 800 sivîl li gundên Mersewa û Mirêmîn ên girêdayî navçeya Şera bi cih kirin.

Çavkaniyekî din ji navçeya Bilbilê teqez kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker koçber û malbatên xwe li gundên Heftaro, Zerî, Ebîdan û Kirdo ya navçeya Bilbilê û li gundên ser sînorê li Efrîn û Cindirêsê bi cih dikin.

Li navçeya Cindirêsê jî çavkanî destnîşan kir ku çeteyan beriya çend hefteyan navendeke leşkerî ji çeteyan re li gundê Mihemediyê ava kir û niha çete malbatên xwe li wê navendê bi cih dikin.

Her wiha çeteyên Feyleq El-Şam bi dehan çete birin gundê Qîlê li Cindirê.

Ew yek di çarçoveya guhertina demografiya kantonê de ku ji destpêka dagirkirina herêmê ve pêk tê.

ANHA

Back to top button