ManşêtNûçe

Malbatên şehîdan di xwepêşandanekê de bombebarana dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bombebarana bi balafirên bêmirov û bêdengiya navneteweyî ya li hember van, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan li Qada Jina Azad hat organîzekirin, beşdaran pankartên “Bijî biratiya gelan, “Tirkiye zarokan dikuje”, “Ji terora dewleta Tirk re na”, “Na ji bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser sivîlan, “Na ji hedefgirtina sivîlan re” rakirin.

Bi dehan dayik, bav û zarokên şehîdan beşdarî xwepêşandanê bûn û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

ANHA

Back to top button