Li dijî tecrîd, êşkence û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava Kurdistanê, çalakî dewam dikin.
Li banliyoya Evry a Parîsê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cezayên dîsîplînê yên keyfî û êrîşên dagirkeriyê meşek hat lidarxistin.
Ciwanên ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meşiyan, bal kişadin li ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di meşê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî hatin protestokirin û meş heta du saetan dom kir.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên YPJ û YPG’ê hatin hilgirtin û bê navber dirûşme hatin berzkirin.
ANF