Ciwanên Kurd li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û qadên gerîla, protesto kirin.
Gelek beşdarî çalakiya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ve hat organîzekirin, bûn.
Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker, ciwan meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berzkirin.
Ciwanan di tevahiya meşê de sirûd xwendin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û berxwedana Îmralî û gerîla silav kirin.
Di axaftinên hatin kirin de, bang li hemû gelê Kurdistanê hate kirin ku dakeve qadan û li ber xwe bide.