ManşêtNûçe

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber Nûnertiya YE’ê hatin protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropaye (YE) bi çalakiyekê hat protestokirin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de girseya gel bêyî navber dirûşmeyên “Qatîl Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” û “Rojava ne bi tenê ye” berz kirin.

Di çalakiyê de siyasetmedar Mehmet Çapkin axivî û xwest demildest êrîşên li ser Rojava bên rawestandin. Çapkin anî ziman ku divê Ewropa erka dikeve li ser milê xwe bike.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Qatîl Erdogan” bi dawî bû.

Back to top button