Di 3’ê Nîsana 2024’an de li navçeya Girkê Legê bi amadebûna bi dehan rêveber, nûner û endamên sazî û komînan navenda Karkeran a Rimêlan hat lidarxistin.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoriyên azadiyê despêkir û piştra semînera li ser rojbûna rêbertî ji hêla Nûdem ve hat dayîn.
Nûdem êş û azarên Kurdan yê ku beriya Rêbertî were bi lêv kir. Her wiha: fikr û felsefeya wî ya ku rizgariya gelê Kurd û hemû gelên bindest belav kir, anî ziman.
Di dawiya semînerê de soza berdewamiya têkoşînê li gorî fikir û felsefeya Rêbertî heta serkeftinê û hemû gelên bindest mafên xwe û azadiya xwe bi dest bixin da.