ManşêtNûçe

Li Efrînê 3 welatî hatin revandin û dar hatin qutkirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên qirkirina etnîkî li dijî xelkê kantona Efrînê ya dagirkirî ku wan bitirsînin û ji kantona derxin da ku demografiya herêmê biguherînin, dewam dikin.

Li gorî çavkaniyek ji kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyên ′Polîsên Sivîl′ jinek û mêrek ji gundê Şêxûtka yê girêdayî navçeya Mabeta revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Navên wan Ahad Seydo û Nezîre Hemîd Mihemed in.

Çavkaniyek din jî anî ziman ku çeteyên ′Polîsên Sivîl′ welatiyê bi navê Hisên Dilo (29) ê ji gundê Hêkêçe yê girêdayî Şiyê ya kantona Efrînê revand.

Girêdayî mijarên sûcên li Efrînê, çavkaniyek diyar kir ku çeteyên ′El Hemzat′ bi sedan darên hawîrdorê li derdora gundê Kefir Mizê yê navçeya Şerayê qut kirin.

Heman çavkanî da zanîn ku çeteyên ′Sultan Murad′ da ku malbata Horo Hesen Hiso ya ji gundê Dêrsewan ê navçeya Şerayê mala xwe ji çeteyan wergire, 2 hezar dolar ferz kirin.

Çavkaniyek din jî destnîşan kir ku çeteyên ′Ehrar El Şerqiye′ nivîsgehên bazirganiya mal û milkan li Efrînê vekirine û malên koçberan li hember dayîna 2 hezar heta 4 hezar dolar difiroşin, her wiha dikanan jî di salê de bi hezar dolarî kirê didin.

Back to top button