ManşêtNûçe

Li Efrîna dagirkirî şênî li dijî dagirkeriyê rabûn

Şeva înê li Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatî dagirkirin, xwepêşandanên protestoyî yên mezin dest pê kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, kuştî û birîndar hene. Li gorî dîmenên hatin belavkirin avahiya şirketa elektirîkê ya Tirk a li çerxerêya Kawa hate şewitandin.

Xwepêşandan her çendî ji ber zema elektirîkê dest pê kiribe jî, xelkê herêmê daxwaz dikin ku dagirkeriya Tirk ji herêmê derkevin. Di xwepêşandanan de dirûşmên ‘Tirkiye derkeve’ û ‘Divê Sûriye azad bibe’ tê qîrkirin.

Xwepêşander ketin avahiya şaredariyê. Li El Bab, Ezaz û Mareyê jî xwepêşandan dest pê kirin.

Back to top button