Hêz û Rêxistinên Siyasî û Civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li navenda Lêkolîn û Şêwimendiya Îstratîjîk li bajarê Qamişlo daxuyaniyek hevpar der barê gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dan.
Ji destpêk aloziya Sûriyayê ve, dewleta Tirkiyayê vê aloziyê li gorî berjwendiyên xwe kar tîne, ji bo pêkanîna armancên xwe yên vegerandina Împratoriya Osmanî û ji nû ve kontrolkirina çarenûs û pêşeroja gelan û zêdekirina metoda xwe ya dagirkeriyê, da ku nehêle pêşketinek di îradeya gelêrî de çêbibe ku armnac ji vê yekê jinûve avakirina civakê û jinûve avakirina biryara civakê ye.
Piştî destwerdan û guhertina aloziya Sûriyê û karanîna wê li gorî berjewendiyên xwe, Tirkiyeyê bi awayekî zanebûn di sala 2016’an de rasterast destwerdana Sûriyê bi riya Cerablusê kir û piştre desrbasî Bab û Ezaz bû. Îro Tirkiyeyê bi riya çeteyên xwe û karanîna dosyaya terorê de nexasim DAIŞ, proje û berjewendiyên xwe yên siyasî li ser hesabê erdnîgariya Sûriyê û li ser hesabê gelê Sûriyê, pêk tîne.
Di van demên dawî de, Tirkiyeyê bi riya Erdogan û rêjîma wî ya faşîst dest bi propogandeya operasyoneke leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê dike, ku armanca xwe derbkirina aramiyê û rênedane pêşketina yekîtî û hevgirtina gelan û pêkhateyên cuda li vê herêmê ye. Her wiha, armanc dike ku tevliheviyê û bê aramiyê çêbike, da ku ji nûve moralê rêxistina DAIŞ’ê yên têkçûyî taybet piştî bûyera li zindana Sînaa li Hesekê, vegerînê. Di heman demê de, Erdogn hewil dide li vê herêmê ya ku jê re dibêje “Herêma Ewle” ku armanc dike dagir bike, dixwaze guhertina nfûse û nasnameya wê ya dîrûkî pêk bîne û endezyariya wê ya nfûse ya ku temenê xwe dighêje 10 hezaran sal, bi riya bicihkirina kesên nenas û pêkanîna guhertina demografîk wekî ku li Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê û hemû herêmên ku ji aliyê dewleta Turkiyeyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin pêk tîne, bighure.
Ev proje metirsiyeke mezin e, ji ber ku projeyek rasteqîne ya qirkirinê ye ku bi hemû projeyên qirkirin û dagirkiriyê yên Tirkiyê li Sûriyê re têkildar e û armanca wê ne tenê li herêmên bakur û rohjilatê Sûriyê ye, lê belê metirsiyek mezin li ser Sûriyê û Iraqê û tevahiya herêmê ye. Her wiha, ev proje Sûryayê parçe dike û hewildanên çareserî û hevgirtina niştimanî asteng dike û metirsiyeke herêmî û navdewletî çêdike, di demeke de ku bersiva Erdogan a di destwerdana di hemû bûyer û dozan de, nayê dayîn. Her wiha, Erdogan bûyer û pêşketinên nadewletî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û NATO’yê ber bi berjewendiyên xwe yên kesayetî ve, dikşîne.
Em wekî hêz û rêxistinên siyasî û civakî li bakur û rojhilatê Sûriyayê ku ji pêkhateyan pêk tê kurd, ereb, suriyan, aşûr û hemû pêkhateyên li ser van xalan piştrast dikin:
-Redkirina hemû rengên dagirkeriyê û bicihkirinê û hemû kiryar û binpêkirinên Tirkiyeyê bi riya dagirkirina herêmên me û Sûriyayê bi awayekî giştî, ku di nav de Tirkiyeyê kuştin, zindakirin, rewşê revandin û îşkenceyê û hemû kiryarên ku dighêjin asta qirkirina entîkî pêk tîne. Heta niha jî saziyên hiqûqî û qnûnî yên têkildar li hemberî van kiryaran bêdengin. Her wiha, pêwistî bi têkoşîeke niştimanî li dijî van projeyan heye û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî.
– Ev projeya dagirkerî û bicihkirinê, metirsiyeke mezin e. Lewra, divê hemû hêzên niştimanî û hêzên ku yekitiya Sûriyê û aramiya wê dixwazin, bi yek destî li hember projeyên bi vî rengî yên ku ji aliyê Tirkên Osmanî ve hatine çêkirin û armanca wan jihevxistina Sûriyê û derbkirina jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de ye, bisekinin. Di heman demê de, em piştrast dikin ku hêzên sûrî jî bi vê mijarê re têkildarî in û divê di vî warî de xwedî helwestên zelal bin, nexasim welatên Ereb, Komkara Erebî û Meclisa Hevkariya Kendavê, ku Sûriyê îro bi rêya Tirkiyeyê û projeyên wê parçekirinê, armaca parçekirinê ye.
-Em bang li hemû hêzên çalak li Sûriyeyê û yên li ser rûyê erdê dikin ku bikevin tevgerê û li hemberî vê dijminahiya Tirkiyeyê bi helwestên zelal bisekinin, ku rê nedin gefan li aramiya herêmê bixe û tevlîheviyê û şeran çêbibin, her wiha hemû destkefiyên ku li dijî terorê di salên borî de bi rêya qurbaniya bi hezran ji xort û keçên me hatine bidestxistin, têk bibe.
-Di heman demê de, em bang li saziyên navdewletî û hiqûqî dikin ji ber binpêkirina Tirkiyeyê ji qanûn, hevpeyman û peymanên navdewletî, di nav de koçberkirina bi darê zorê û bicihkirina kesên din û dagirkeriya wêranker, li peyî Tirkiyeyê bikevin û wê darizînin. Her wiha, em bang li hemû saziyên ku di warê azadî û demokrasiyê de dixebitin jî li hember van kiryarên Tirkiyeyê helwestên cidî û pratîkî nîşan bidin. Di heman demê de, em piştrast dikin ku pêwîst e hêz û saziyên sivîl û civakî xwedî roleke girîng bin û li hemberî vê dijminahiya Tirkiyeyê û hewldanên wê yên pêkanîna plan û projeyên wê yên gelekî xeternak, hevgirtineke xurt di navbera wan de hebê.
-Em bang li hemû aliyên ku piştgiriya projeyên Tirkiyeyê dikin ku dev ji van helwestên xwe berdin û jinûve helwestên xwe berçavan re derbas bikin û metirsiyên projeyên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê û herêmê nas bikin.
Di dawiyê de, em weke pêkhate û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê israr dikin ku em ê li ser helwesteke zelal bin di parastina herêmên xwe de û rê nedin ku zirarê bidin destkeftiyên ku ji 11 salan ve di şoreşa demokratîk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bidestxistin. Em ê bi hemû derfetên xwe û bi awayekî hevgirtî parastinê bikin û li dijî van projeyan bisekinin. Wekî ku çawa em li dijî DAIŞ û yên wekî wê sekinin yên ku hewl dan derbasî herêma me bibin da ku bikin çavkaniya komploya li dijî Sûriyeyê û yekitiya wê û li dijî pêşeroja gelê me. Çawa ku gelê me di tevahiya dema şoreşa demokratîk a Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, xwedî helwestên niştimanî bûn û li dijî hemû hewldanên tasfiye, qirkirin, înkar û çewisandinê têkoşîn kirin.
Hêz û partiyên îmze kirîn
Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD)
Partiya Kesk A Kurdistanî
Partiya Aşitiya Demokratîk ya Kurdistanî
Yekîtiya Lîberal A Kurdistanî
Partiya Komînîst Ya Kurdistanê
Partî Demokratî Kurdistan – Sûriya
Partiya Demokratîkî Kurd ya li Sûrî
Partiya Çep A Kurd Li Sûrî
Partiya Çep A Demokratîk Kurd li Sûrî
Partiya Kombona Kurd Ya Li Sûrî
Partiya Guhertina A Demokratîk A Kurdistanî
Partiya Nû Jen Ya Kurdistanî
Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê
Desteya Nîştimanî Ya Erebî
Partiya Modernît Û Demokrasiya Sûrî
Partiya Komarî Kurdistanî
Partiya Rêkeftina Demokratîkî Kurd Ya Sûrî
Tevgera Çaksazî – Sûrî
Partiya Aşorî A Demokratîk
Partiya Biratiya Kurdistan
Partiya Roj A Demokratîk Kurd Li Sûrî
Yekîtiya Niştimanî a Azad – Rojava
Tevgera Civaka Demoqrat
Kongira Star
Partiya Muhafizîn A Demokratîk
Partiya Tekoşîna Demokratîk
Şepêla Pêşerojê Ya Kurdî Li Sûrî
Partiya Demokratî A Kurdistanî – Rojava
Desteya Koordînasyona Neteweyî – Tevgera Guhertina Demokratîk
Partiya Yekîtiya Sûriyanî
Partiya Sûriya Pêşeroje