ManşêtNûçe

Li bajarê Qamişlo şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîroz kirin

Di bin drûşmeya” Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê emê Sûriyeyek demokratîk ava bikin” Meclisa bajarê Qamişlo şahiyek girseyî bi boneya salvegera 8’emîn şoreşa 19’ê Tîrmehê li stada Hesyem Kiço li dar xist, bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, hêzên leşkerî, rayedarên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û partiyên siyasî tevlî şahiyê bûn.

Şahî bi deqyek rêzgirtin destpêkir, li ser navê Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî Enwer Muslim hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD axivî û şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Muslim di destpêka axftina xwe de got: Berî her tiştî em bejina xwe li ber hemû şehîdên xwe ditewînin, hemû keç û xortên ku canê xwe feda kirin ji bo ku gelê Sûrî ber bi aramî û demoratîk here, wekî din jî em vê boneyê ji gaziyên şer pîroz dikin yên ku parçeyek ji canê xwe dan ji bo vî miletî têkoşîna xwe her dem bilinkirin, her wiha li şervanên ku niha di mewziyan de ne, hêzên QSD, Asayîş, hêzên civakî û li tevahî saziyên ku xwe xistine xizmeta vî gelî ji bo Sûriyeyek demokratîk em 8’emîn şoreşa 19’ê Tîrmehê li wan jî pîroz dikin.

Muslim wiha berdewamî li axaftinên xwe kir: Ji bo ku em bêhtir binin hêz gerek em armanca şoreşa 19’ê Tîrmehê qet ji bîr nekin û berdewam bikin, divê xeta rastî, xeta welatparêzî û xeta bratiya gelan dev jê bernedin, ji bo ku em Sûriyeyek demokrat, Sûriyeyek ne navendê û pir rengî ava bikin, gerek em sozên xwe bi şehîdên xwe re, bi şervan û gelên xwe re dûbare bikin.

Muslim wiha gotinên xwe bi dawî kir: Heta ku em bighêjin asta aramî û aştiyê û welatê xwe ji dagirkeriyê rêzgar bikin divê xebatê me her dem û her dem bilind be.

Şahî bi stranên koma Kevana Zêrîn, dîlanên koma şehîd Welat û dîlana şehîdan bi dawî bû.

Back to top button