ManşêtNûçe

Bi şahiyek girseyî şoreşa 19’ê Tîrmehê li bajarê Hesekê hate pîroz kirin

Di bin drûşmeya” Bi ruhê şoreşa 19ê Tîrmehê emê Sûriyeyek demokrat ava bikin”  meclisa navçeya bajarê Hesekê şahiyek girseyî bi boneya salvegera 8’emîn ya şoreşa 19’ê Tîrmehê li dar xist, bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyan, hêjiayî gotinê ku şahî li parka Xabûr hat rêxistin kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê destpêkir, piştre hinek axaftin hatin kirin, hevserokê Rêveberiya Xweser Telet Yûnis, endama desteya hevserokatiya hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Foza Yûsif, wekî din jî bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra Casim û bi navê Partiyên Yekîtiya Niştimanî Ezîz Ehemû axivîn.

Di axaftinan de salvgera 8’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin û hate gotin ku serkeftinên şoreşê berhemên ked û berxwedana şehîdan e.

Axaftinan gotin ew ê şopandarên xeta şehîdan bin ta armancên wan bi cih bînin.

Piştî axaftinan koma Şengal a dîlanan, koma Tolhildan a stranan a girêdayî navenda çand û hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê stran û dîlan gerandin.

 

   

 

Back to top button