Çand û HûnerHemerengManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Li bajarê Hesekê Dibistana Muzîkê hate vekirin

Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê, Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Xabûr, dibistana Muzîkê bi merasîmekê vekir.

Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Xabûr a Hesekê bi merasîmekê Dibsitana Muzîkê vekir. Şervanên YPG, Endamên Saziyên Civaka Sivîl, Endamên Navenda Xabûr û bi dehan welatiyên bajarê Hesekê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Endamê Rêveber ê Navenda Xabûr Tariq Derwîş axivî û got: ʺEv dibistan bi saya xwîna tekoşeran hatiye vekirin, Di vê dibistanê de dê hemû pêkhateyên bajarê Hesekê parstina çanda xwe ya resen bikin.ʺ

Derwîş di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku rêjîma Baas bi salan rê nedan e pêkhateyên herêmê ku jiyana xwe ya asayî bikin û parstina çanda xwe bikin û wiha dom kir: ʺPiştî şoreşa Rojava êdî hemû pêkhate dikarin parstina çanda xwe bikin.ʺ

Di merasîmê de her wiha Endamê Rewşenbîran a Bajarê Hesekê Cindî Xizan vekirina dibstana Zarokan li hmeû mêvanan û pêkhateyên bajarê Hesekê pîroz kir û wiha got: ʺEv dibstan dê pêkhetyên herêmê vegerîne çanda wan a resen.ʺ

Di dawiya merasîmê de şano û stran hatin pêşkêşkirin.

(xî/dc)

 

Back to top button