ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Cenazeyê şehîdê Birîtanî ji Rojava hate oxirkirin

DÊRIK – Bi sedan kesî cenazeyê şervanê YPGʹê yê Birîtanî Ryan logic (Berxwedan Gîvara) ê di pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji da, oxir kirin.DRK-MERASIME-S-BERXWEDAN-GIVARA-LI-SIMALKA (1)

Şervanê YPGʹê yê Birîtanî Berxwedan Gîvara roja 21ʹê kanûna 2016ʹan di pênvgava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gîvara bi aramanca bibin welatî wê anîn Dêrikê da ku di deriyê Sêmalka re derbasî Başûr bê kirin.

Bi sedan welatiyên ji Dêrik û Girkê Legê bi armanca wergirtina cenaze li ber nexwşxwaneya Dêrikê Kom bûn. Darbesta Gîvara ku bi ala welatî wî û gulan hatibû xemilandin ji aliyê şervanên YPGʹê ve hate rakirin. Paşê girseya gel piştî wergiritina cenazeyê Gîvara berê xwe dan deriyê Sêmalka. Karwananê cenaze ku ji sedan tirmpêlan pêk dihat di nava bajarê Dêrikê re geriya. Dayîkan jî bi tilîliyan pêşwaziya cenaze dikirin.DRK-MERASIME-S-BERXWEDAN-GIVARA-LI-SIMALKA (2)

Li deriyê sînor bi beşdarbûna Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Tahir, nûnerên sazî û partiyên siyasî, her wiha welatiyan bi rêzgiritin leşkerî destpê kir.

Paşê Endamê Fermandariya YPGʹê Mihyedîn Xîrkî axivî û got: ʺEm berxwedana şervanê me yê Birîtanî Berxwedan Gîvara li tevahiya malbatên Şehîdan û gelê Birîtanî pîroz dikin. Hevalê me tekoşînek mezin nîşan da û heta gihişt asta şehadetê li ber xwe da. Berxwedana YPGʹ hişt ku hemû kesên bi wijdan ên cîhanê berê xwe bidin Rojava û tevlî tekoşîna rumetê bibin.ʺDRK-MERASIME-S-BERXWEDAN-GIVARA-LI-SIMALKA (4)

Xîrkî di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya Şehîd Berxwedan Gîvara û hemû şehîdan da.

Di berdewama merasîmê de Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Tahir axivî û got ku tekoşerên Rojava terora herî xeter a cîhanê têk birin û wiha dom kir: ʺŞoreşa me şoreşa mirovahiyê ye. Wijdanê hemû cîhanê zindî kiriye. Şoreşa me şoeşa heqîqetê ye, ji ber wê şervan ji hemû aliyê cîhanê berê xwe didin vir û telvî şoreşê dibin.ʺDRK-MERASIME-S-BERXWEDAN-GIVARA-LI-SIMALKA (7)

Piştî axafitnan sicilê şervanê Birîtanî hate xwendin. Girseya Gel û dayîkan bi diurşme û tilîliyan pêşwaziya nasnameya şervan Gîvara kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê Gîvara ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir kirin.

Tê payîn ku cenazeyê Gîvara teslîmî Qunsilusa Birîtaniya ya Başûrê KUrdistanê bibe û ji wir jî ber bi Birîtaniya ve were oxirkirin û li welatê xwe bê definkirin.

(dc)

J: ANHA

C. M

Back to top button