HemerengManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Li Amerîka bê alîbûna dadweriyê bi serket

Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump 27’ê mehê îmze avêt biryarnameyek û ji bo 7 welatan hatina wan a DYA’yê da rawestandin, vîzeyên wan rawestand. Li gor vê biryarnameyê dê 3 meh vîze neda hemwelatiyên welatên Iraq, Sûriye, Îran, Lîbya, Sûdan, Somalî û Yemenê ku bixwesta bihata DYA’yê. Bi ser vê biryarê re çend roj derbas nebûn ji Dadgeha Federal a New Yorkê dadger Ann Donnelly biryara rawestandina biryarnameya ku Trump îmze kiribû da rawestandin. Li gor biryara dadgehê koçberên ‘bi awayekî fermî mafê wan ê hatina DYA’yê heye dê neyên vederkirin’ ku dadgehê ev biryar negirta vederkirin dê çêbiba.

Yekîtiya Azadiya Sivîl a Amerîkayê (ACLU) li ser biryara Trump doz biribû cem dadgehê û dadgehê ev biryar girt. ACLU dibêje ku li balafirxaneyan li dor 100-200 kesî hene ku ji bo vederkirinê hatine rawestandin.

Serokdewletê DYA’yê ji bo Sûriyeyên ji şer reviyane û hatine DYA’yê heta “biryarnameke din” ketina wan a welat dabû rawestandin, ji bo 6 welatên din ên misilman jî astengiya vîze ji bo 3 mehan anîbû.

Biryara dadgehê bêalîbûna dadgeh û serokdewletiya DYA’yê nîşan dide ku her yek karê xwe dike.

J: D-Name

C. M

Back to top button