ManşêtNûçe

Kiryarên hovane yên dagirkeran Li Efrînê didomin

Çavkaniyên ji gundê Mareska yê navçeya Şera ya kantona Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mihemed Tobal birîn.

Ji destpêka dagirkirinê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê kiryarên hovane li dijî şêniyan ji revandin, talankirin, dizîn, koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografiyê pêk tînin.

Artêşa Tirk welatiyekî din revand

Çavkaniyan tekez kir ku artêşa Tirk welatiyê bi navê Ehmed Beşîr Xelîl ê ji şêniyên gundê Mareska yê navçeya Şera revand û çarenûsa wî heta niha ne diyar e.

Ji aliyekî din ve jî  artêşa Tirk 10 hezar lîreyên Sûriyê ferz kirine ku bidin qaşo meclisa herêmî ya navçeya Şerayê. Her wiha çeteyên bi navên Ebû Bîlal û Ebû Xazî têne naskirin, 500 hezar lîreyên Sûriyê li ser şêniyan ferz kiriye.

Lembeyên kuçe û kolanan dizîn

Çavkaniyekî din ji navçeya Şera diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk beriya hefteyekê alavên ronîkirinê yên li kolan û qadên giştî yên gundên Xerîbet Şeran û Sînka dizîn.

ANHA

 

Back to top button