ManşêtNûçe

KCK: Şehîdên meha Gulanê nîşaneya armanca jiyana bi hev re

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Meha Gulanê ew meh e ku kadroyên pêşeng ên Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê, tevgera sosyalîst a Tirkiyê û gelê Ereb şehîd bûn. Nirxên hevpar ên gelên Rojhilata Navîn di meha Gulanê de gihîştin hev. Lewma meha Gulanê û şehîdên meha Gulanê nîşaneya armanca jiyana bi hev re, têkoşîna hevpar, xwişk û biratiya gelan û enternasyonalîzmê ye. Bi vê hestê di şexsê Hakî Karer, Ferhat Kûrtay û Îbrahîm Kaypakkaya de şehîdên meha Gulanê û di şexsê wan de jî şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi bîr tînin. Em ê soza xwe bi cih bînin ku dijminê faşîst têk bibin, li ser bingeha neteweya demokratîk jiyana xwişk û biratiyê û hevpar a gelên Rojhilata Navîn ava bikin.

Di Gulana 1997’an de bi dehan hevalên me ji aliyê PDK’ê ve bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Di şexsê hevrê Ozan û Hêlîn de şehîdên Hewlêrê hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. PDK îro jî bi rola xiyanet û nokeriyê radibe. Bi sedan hevalên me ji ber agahiyên îstîxbaratê yên PDK’ê da dewleta Tirk şehîd bûn. Bi wesîleya meha Gulanê em bang li gelê xwe û dostan dikin ku kûrahiya şehîdan fêhm bikin, xwedî lê derkevin, ji bo bîranîna şehîdan li dijî dewleta Tİrk a faşîst mêtinger qirker û hevkarên wê, têkoşînê mezin bikin.

Berxwedana Zap û Avaşînê ku asta herî bilind a dilsoziya bi şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê hemûyan re ye, yek ji bersivên herî bi wate yên dîrokê dide dijminê mêtinger qirker û hevkarên wan. berxwedana ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker mêtinger ên il ser Zap û Avaşînê hate destpêkirin, mehek li pey xwe hişt. Dewleta Tirk ji xwe re kiribû armanc ku di demeke kurt de Zap û Avaşînê bi dest bixe û bi vî rengî êrişî hemû qadên gerîla bike, bi vê armancê meha Nîsanê dest bi êrişê kir. Lê belê bi berxwedana gerîla re derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin û pêşî li vê plana dagirkeran hate girtin. Bîlançoya mehekê ya ku navenda me ya parastina gel eşkere kir, windahiyên artêşa dagirker û têkçûna wê bi rengekî şênber radixe pêş çavan. Gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker bi ruhê fedaî yê Apoyî bi lehengî şer kir û Kurdistan parast. Em hemû şervan û fermandarên HPG û YJA Starê yên ku bir uhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin ji dil silav dikin û pîroz dikin. Di şexsê hevrê Mizgîn û Rohat de hevrêyên di berxwedanê de şehîd bûn hemûyan bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin û sozê didin ku têkoşîna wan bi ser bixînin.

Li hemberî taktîkên şer ên nû û ruhê fedaî yê Apoyî yên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, şensê artêşa dagirker nîne ku bi ser bikeve. Pêvajoya şerê mehekê ev yek nîşan daye. Di nava şerê mehekê de gerîla ne tenê derb li artêşa dagirker xist û planên wan têk bir, di heman demê de agirê berxwedanê yê di dilê ciwanên Kurdistanê yên welatparêz de geş kir û bala wan kişand. Ciwanên Kurdistanê yên welatparêz li her cihî ji bo xwe bigihînin qadên gerîla û tevlî nava berxwedanê bibin ketin nava liv û tevgerê. Li dijî artêşa dagirker, berxwedana gerîla ya li Zap û Avaşînê kir ku ciwanên Kurdistanê berê xwe bidin nava refên têkoşînê, hêviyên azadiyê yên gelê Kurd biparêzin û li refên herî pêş ên têkoşîna azadiyê cih bigirin. Bêguman wê ji niha û pê ve jî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li refên herî pêş ên têkoşînê şer bikin û pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê re bikin.

Gerîlayên YJA Starê bi dilsoziya bi Rêber Apo û berpirsyariya pêşengiya ji meşa azadiyê re tevgeriyan û li refên herî pêş ên berxwedana gerîla derbên herî giran li dijmin xistin. Gerîlayên YJA Starê bi pêşengiya Mizgînan li refên herî pêş ên berxwedanê cih girtin, çalakiyên xweser ên serketî pêk anîn, derbên giran li artêşa faşîst a dagirker xistin, rêveçûna şer diyar kirin û asta berxwedanê bilind kirin.

Faşîzma AKP-MHP’ê bi tunekirina destketiyên gelê Kurd dixwaze qirkirina Kurdan temam bike û armancên xwe yên sed salî yên mîsakî mîlî bi ser bixîne. Ji ber ku tevgera me li pêşiya vê armanca xwe weke astengiya herî mezin dibîne, ji bo tunekirinê êrişî tevgera me û gerîla dike. Dixwaze bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê vî şerê qirkirin û dagirkeriyê bibe serî. Gelê Kurdistanê vê helwesta PDK’ê dibîne û li dijî xiyanetê helwesta xwe li her derê nîşan dide. Em bang li rêxistinên Kurdan,r ewşenbîr, hunermend, nivîskar, dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk hemûyan dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re, ji bo bîranîna şehîdên Hewlêrê têkoşînê bilindtir bikin.

Dewlet û artêşa Tirk a dagirker mêtinger û qirker, ji ber ku li hemberî berxwedana gerîla neserketî ne, çekên kîmyewî bi kar tînin. Tevî ku çekên kîmyewî qedexe ne û li hemberî yên bi kar tînin divê helwest bê nîşandan jî li qada navneteweyî kes li ber van kiryarên dewleta Tirk dernakeve, helwestê nîşan nade. Ev yek bi rengekî eşkere durûtî ye, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Yên ku li ber bikaranîna çekên kîmyewî li cihên din radibin, yên ku li ber êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê radibin, li hemberî dewleta Tirk a ku li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne, ji bo dagirkirin û qirkirinê êriş dike, bêdeng dimînin. Li hemberî vê helwesta hêzên navneteweyî ku şirîkatiya li sûc e, divê gelê Kurd, dost û raya giştî ya demokratîk hîn bi xurtî nerazîbûna xwe nîşan bidin, li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê rabin û têkoşînê mezin bikin. Berxwedana gel û gerîla ya li ser xeta şehîdên meha Gulanê wê teqez bi ser bikeve, Kurdistan azad bibe û Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bibin.”

ANHA

Back to top button