ÇalakîCiwanManşêtNûçe

Kantona Efrîn- ” Me bi ciwanan dest pêkir, Emê bi ciwanan bi serkevin “

 

Jinên ciwan û ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li bajarokê Şêrawa bi nîşandana sînevîzyonekê li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye kirin, ku di nava girankirina tecrîdê de ketiye sala xwe ya bîst û pêncan çalakiyek li dar xistin.

Li Kampa Vegerê  û Kampa Şehba sînevîzyon hatin pêşandan û di dawiya çalakiyê de ev komploya li dijî Rêbertî li hemberî bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate şermezarkirin û girîngiya rola ciwanan  Di têkbirina vê komployê û hemû komployên ku armanca wan tinekirina pirojeya Rêbertiyê, projeya netewa demokratîk , bi Riya belavkirina fikir û felsefeya Rêbertî, kûrkirina nava wê û gotina Rêber APO yê Ku dibêje ” me bi ciwantî dest pêkir, emê bi ciwantî bi serkevin ” bikin esas û di piratîk de pêk bînin .

 

Back to top button