ManşêtNûçe

Jinên kurd ên li Ewropa wê sibe civînek şêwirînê pêk bînin

Li gorî nûçeya Rojnews; jinên Kurd ên li Ewropayê li ser rewşa jinên Kurd ên li Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, yekîtiya netewî, xeteriyên dagirkeriyê, talankirina dewlemendiyên binerd û ser erd, êrîşên ser xwezayê, zêdekirina hêzên milîtarîst, wê sibe (5 îlon 2021) civîna şêwirînê pêk bînin.

Şêwra ku bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) tê organîzekirin, wê bi beşdariya jinên ji çar perçeyên Kurdistanê li Holandayê bê lidarxistin û rojekê dom bike.

Têkildarî mijarê Komîsyona Jinan a KNK’ê daxuyaniyek da û li ser naveroka şêwrê ev agahî parve kirin:

“Di 5ê Îlonê de jinên kurd ên li Ewropayê, li dij rewşa alozî ya dagirkeriya dewleta Tirk li Kurdistanê wê şêwra xwe pek bînin. Di serî de xetera dagirkerîyê, talankirina nirxên serzemîn û binzemîn, êrîşên li ser xewzayê, zêdekirina hezên mîlîtarîst me jinên Kurd mecbûr dikin ku em helwesta xwe derxînin pêş. Jin li derveyî qeyran û aloziyên li Kurdistanê nînin, ji ber ku bi guhertinên demografik, koçberî, siyaseta bişaftinê, qutkirina derfetên darayî raste rast erişî ser jîyana jinên Kurd dikin. Ji ber rewşa Kurdistanê ya wek koloni, bi qasî 2 mîlyon Kurd li Ewropayê ne. Bi pirranî jî, wek penaber li wan deran jiyaneke di bin zor û zehmetîyan de dijîn. Dewletên Ewropî jî, ji ber berjewendîyên bazirganîya xwe li gel dagirkerên Kurdistanê meşa xwe berdewam dikin. Ev sedemên girîng in ku jinên kurd ên li derveyî welat divê dengê xwe bildind bikin. Qedera jiyana jinên kurd ên li Ewropayê jî, bi pêşketin, şer, krîza ku li ser Kurdistanê tê ferzkirin ve giredayî ye. Loma di şêwira jinên kurd de rojeveke sereke ew e ku wêneyê rewşa jinan a li Bakur, Rojhilat, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û li derveyî welat derbikeve holê.

Li aliyê din jî, berî her tiştî pewîstiya rewşa taybet a pêkhateyên civakî yên Kurdistanê, yên wek Êzîdî, Sersor (Alewî), Feylî, Zerdeştî, Horamî, Yaresan, Kakeî û Misilmanan bi yekîtiya neteweyî heye. Divê jinên kurd ên wan pekhateyan jî, di derbarê pirsgirêk û zehmetîyên wan de biaxivin.

Beşek ji vê şêwirê jî, divê li ser avakirina yekîtiya neteweyî ya bi çavên jinan be. Ji ber ku bi tegihîştineke rast a yekîtiya neteweyî jin dikarin derftên dîrokî yên ku îro hene bi kar bînin.

Bi taybetî, ji ber ku krîzên kûr yên dewletên wek Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyê jî, derfet ava kirine ku Kurd bikarin xwe ji dagirkerîya wan dewletan rizgar bikin. Ji bo we jî yekîtî pêdîwî ye. Lê siyaseta yekîtiya neteweyî ya ku jinan ji der ve dihele, ne siyaseta yekîtiya neteweyî ya rast e. Bi vê şêwirê jinên ji rêxistinên siyasî û civakî nêrînên xwe yên di derabarê têgihîştîna jinan ya ji bo yekîtiya neteweyî wê bînin ziman.

Şêwira jinan bi pêşniyar, proje, planên ji bo çareserkirinên prisgirêkên ku di şêwirê de hatine ziman, wê kare xwe bi dawî bikin”.

Back to top button