ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Ji bo Leyla Guven li her derê çalakî

Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  ji bo piştgiriya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û perlementera Partiya Gelan a Demokratîk a bajarê Colemergê li Bakurê Kurdistanê Leyla Guven, roja Înê çalakiya gireva birçîbûnê li navçeya Çil Axa ya herêma Dêrikê ya Kantona Qamişlo dabû destpêkirin. Leyla Guven ji bo şermezarkirina tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, gireva birçîbûna ji 7’ê Mijdarê ve dabû destpêkirin.

Di her du rojên girevê de bi sedan şênî ji bajarê Dêrik, navçeya Girkê Legê û Til Koçerê tev li hemleya girêva birçîbûnê bûn.

Çalakî îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de çalakvanan banga têkoşîn û xebatê ta rakirina tecrîdê û serbestberdana Ocalan kirin.

Endama Buroya Rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sirûr Şetî daxuyanî xwend.

Navaroka daxuyaniyê wiha ye:

‘Hemû beşên civakê tev li gireva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîdê li Ocalan ji zêdetirî mehekê ve destpêkiribû û hîna jî berdewam e, bûn.

Em wek Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk bang li gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê dikin ku bi yek rêzî li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin û ji herêmê derxînin. Her wiha em bang li wan dikin ku ji bo parastina destkeftiyên gelê Sûriyê yên ku bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatine bi destxistin xebateke hevpar xurt bikin. Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk weke pêkanîna fikra neteweya demokratîk a ku Ocalan daniye tê hesbandin. Tecrîda ku li dijî Ocalan hatiye ferzkirin, ne tenê gelê Kurd lê belê gelên herêmê dike hedef.

Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan em banga têkoşîna aştiyane û demokratîk li hêzên demokratîk ên herêmê û cîhanê dikin. Her wiha em bi rêya girevê peyamekî ji rêxistinên mafên mirovan, rêxistina efûya giştî, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê re rêdikin û ku bila li hemberî polîtîkeyên Tirkiyê erka xwe ya mirovî li hemberî pêk bînin û rewşa Ocalan eşkere bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên  şermezarkirina tecrîdê li dijî Ocalan bi dawî bû.

ANHA

Back to top button