ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Ji bo azadiya Ocelan ciwan li ser piyane

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Bi sedan ciwan û şêniyên herêma Firatê tev li meşê bûn.

Meş ji Çerxerêya El-Îskan a bajarê Girê Spî dest pê kir û li Çerxerêya El-Belediye veguherî mitîngê. Di mitîngê de dirûşmeyên silavkirina QSD`ê, “Şehîd namirin” û silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Her wiha wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Ji bo azadiya Rêber Ocalan serî hildin”, “Rêber Ocalan felsefe û jiyana azad e” û ala Tevgera Ciwanên Şereşger ên Sûriyê hatin hildan.

Di mitîngê de ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Meyada Naman û ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ve axaftin hatin kirin. Axaftvanan diyar kir ku şehîdan ji bo azadiyê û tunekirina terorê, canê xwe feda kiriye. Her wiha xwestin tecrîda girankirî ya li ser Ocalan rabe.

Axaftvanan teqez kir ku ciwanên şoreşger amade ne ku li pêşiya hemû komployên dewletên dagirker û taybet kiryarên dewleta Tirk ku dixwaze projeya demokratîk têk bibe, bisekine. Her wiha hate destnîşankirin ku hewldanên dewleta Tirk wan ji rêya şehîdan dûr naxin, şehîd sembola serkeftinê ji bo hemû gelên azad in.

Back to top button