ManşêtNûçe

‘Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî’ hate avakirin 

Nûnerên beşên civakê ji rewşenbîr, hunermend, mafnas, oldar û êlên eşîrên Kurdan li Rojava duh li Navenda Çand û Hunerê ya Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar xist û bi daxuyaniyekê “Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî” ragihand.

Endamê komîteya amadekar Ebdulwehab Xelîl û rewşenbîr Melav Resûl, daxuyanî bi erebî û kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo yekitiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê,

Rewşa nazik û krîtîk a ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, ji her kesî ve diyar û berbiçav e. Krîzên rû didin encama kiryarên dîrokî yên berjewendîperestên herêmê û hêzên navdewletî ne ku nehatine çareserkirin. Ev herêm her roj bi şer, binpêkirin û qeyranên dijwar re rû bi rû ye. Bêguman heger hişyarî tune be û tedbîr neyên girtin, wê plan û nexşerêyên xeternak hîna dijwartir derkevin holê û hemû neteweyên herêmê bibin qurbaniyên van planên gemarî.

Helbet doza kurdî bi parçekirina welêt baça sereke daye û bûye yek ji qurbaniyên vê siyaseta berjewendîperest. Di baweriya me de heke doza kurdî bi şêwazên demokratîk û bi beşdariya çalakvanên civakî û sivîl, kesayetên ronakbîr û rûspî, têkoşer û partiyên siyasî çareser nebe, wê ev şer li vê herêmê dewam bike û dê aramî li Rojhilata Navîn pêk neyê.

Berpirsyariya vê bangewaziyê dikeve ser milê hemû welatparêzên Kurd ên nîştimanperwer da ku bibe xwedan rol û mîsyon.

Di nava vê bangê de, em wek kesayetên civakî û bi beşdarbûna aliyên siyasî, civakî û çalakvanên gel, me ji erka xwe dît ku em hevrêzî û diyaloga kurdî bi pêş ve bibin û ji bo afirandina zemîneke guncaw, divê hewldanên çareseriya belavbûna tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di nava liv û lêgerînê de bin, da ku karibin nexşerêyeke bi têkoşîna gelê me û qurbaniya pakrewanên azadiya şoreşa me re li hev tê, derxin holê. Di encamê de divê lihevkirineke cemawerî û avakirina desteya peymana neteweyî yan îmzekirina belgenameya rûmetê, xwe bide pêş.

Em di wê baweriyê de ne ku barê me rakiriye ser milê xwe, barekî mezin û pir giran e. Divê tu carî em pişta xwe ji ber vê erkê xûz nekin û li hember hewldanên ku hatine kirin, rêzdar bin.

Em vê karî wek destpêşxeriya gel û berdewamiya hemû hewldanê yekitiyê bi nav dikin. Her wiha em spasiya rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin û helwestên çînên civakî û siyasî yên parastina rûmet û nirxên civaka xwe, bi nirx dibînin. Hêjayî gotinê ye ku tu armac û daxwazên me, yên partiyetî û kesane di vê însiyatîfê de peyda nabin, tenê armanc ew e ku em navmala kurdî ji belavbûnê biparêzin. Her wiha hemû xalên vê daxuyaniyê bi nêrîn û derbirînên gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê tên erêkirin. Bi hêviya gihandina komcivîneke berfireh, an konfranseke ku vê xebatê bi encam dike.

1- Rastiya gelê Kurd li Sûriyê, gelekî kevnar e û li ser xaka xwe bi pêkhateyên din re li Rojavayê Kurdistanê bi aştî û biratî dijî û pêmayeke çandî û civakî diparêze û tekûz dike.

2- Geşedan û destekdayîna hemû însyatîfên komkirina mala kurdî û piştgiriya banga rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin.

3- Tekezî bi parastina destkeftiyên leşkerî û rêveberiyê û parastina hêza çekdarî ya bûyî sembola neteweyî ya kurdî û sûrî, dikin.

4- Lidarxistina konfranseke neteweyî ya kurdî yan komcivîneke berfireh li Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya rêveberiyê, aliyên siyasî, partî û çalakvanên civaka sivîl, ber bi avakirina lêvegereke hevgirtî ya siyasî ya kurdî ve.

5- Xebat û têkoşîna bi hemû pêkhateyên nîştimanperwer re ji bo yekparbûna xaka Sûriyê. Her wiha li hember sîtemkarî, azûlekirin û dagirkeriyê li ber xwe dide û têkoşîna ji bo hebûna mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din, di nava liv û tevgerê de ye.

6- Girêdayî xalên li pêş hatine rêzkirin, di demeke pir nêz de wê komîsyoneke bi navê ‘Komîteya Niyetbaşan’ were avakirin û dê mekanîzmaya xebata xwe destnîşan bike û bikeve meriyetê.

Nazikbûna hoyên navxweyî, herêmî û navdewletî, xebateke lezgîn jê re pêwîst e. Lewra daxwaza me ji hemû nîştimanperweran, partîzanan, sazî û dezgehên civakî, kesayet û rûspiyan heye ku erênî bin û ji bo xwestekên me aktîf bin. Em bi hev re karibin hemû astengî û keleman derbas bikin û di xêzkirina nexşerêya pêşeroja gelê Kurd de nirxên demokratîk û aştiyane peyda bikin.”

ANHA

Back to top button