Kîno Gebriyel di daxuyaniyek nivîskî de li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye weşandin got tevliheviya ku çeteyên DAIŞ’ê dexistibûn rojek tam dirêj kir.
Daxuyanî wiha ye:
Duh bi şev di mezintirîn girtîgehên endamên çeteyên DAIŞ`ê li parêzgeha Hesekê îsyanek berfireh ji hêla çeteyên girtî ve çêbû. Çeteyan deriyên qawîş û korîdoran hilkirin û girtîgeh bi temamî kontrol kirin. Ji ber wê Hêzên Taybet û ANTÎ-Teror mudexele kirin.
Piştî îsyana ku rojek tam dirêj kiribû, danûstandinên hevpar di navbera nûnerên hêzên me û hêzên Koalîsyonê de ji aliyekê ve û endamên çeteyên girtî ji aliyekî din ve pêk hatin.
Em bawer dikin ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê di warê dîtina çareseriyekê ji dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên girtî de berpirsyariyên wan hebin. Desteka pêwîst ji bo girtina tedbîrên ewlehî mezintir û pêşxistina rewşa girtiyan pêşkêş bike.”
ANHA