ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Îlham Ehmed: Em bi hêvî ne ku pêngava serkeftinê gavekeke mezin ber bi aştiyê ve be

Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di merasîma serkeftina QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê ya li Heqil Umer de axivî.

Îlham Ehmed serkeftina QSD‘ê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya gelê Sûriyê, hemû hêzên leşkerî yên ku li dijî terorê şer kirine û bi taybet li YPJ‘ê û Koalîsyona Navdewletî pîroz kir. Ilham Ehmed hemû şehîdên ku di oxira rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de canê xwe feda kirine, bi bîr anî.

Îlham Ehmed got: “Em niha kêliyên dîrokî dijîn, dîrok dê vê bûyerê, fedekariya hêzên me yên leşkerî û keda gelê me yê welatparêz bi tîpên zêrîn binivîse.”

Îlham Ehmed axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hêzên me ev 5 sal in şerê vê nexweşiya ku welatê me parçe kiriye dike, bi kedeke mezin jiyana asayî û azadî vegeriya.”

Îlham Emed diyar kir ku hîn jî xeteriya DAIŞ’ê li herêmê bi dawî nebûye û wiha axivî: “Di vê kêliya ku têkçûna terorê tê ragihandin de, em dizanin ku hîna xeteriya wê li herêmên din ên Sûriyê heye. Em dibêjjin ku pêvajoya rizgarkirina erdîngariyê nayê wateya tinekirina terorê. Ji ber ku hîna hucreyên wê yên veşartî hene. Mertisiyên ji nû ve derketina DAIŞ’ê hene, heger bi rêya hêzên herêmî be anî jî bi rêya şaneyên veşartî be. Lew ra pêvajoya bê wê girantir be ji ber ku li hemberî şaneyên veşartî dê operasyon bêne lidarxistin. Her wiha divê dosyaya DAIŞ‘îyên girtî ku hejmara wan 5 hezar in were vekirin û bi rêya dadgeha navdewletî werin darizandin. Li aliyekî din jî malbatên wan ku hejmara wan zêdeyî 80 hezar kesin ji dosyayên bi girêk in divê were çareserkirin. Wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk em dibînin ku desteka navdewletî girînge divê berpirsyartiya xwe dewam bikin.”

Seroka Meclisa Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed, bang li hêzên aktîv ên li ser erdê û civaka navdewletî kir ku beşarî çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyeyê bibin û roleke erênî ji bo vegerandina penaberan di çarçroveya proseyeke siyasî de bilîzin.”

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: “Em bi hêvî ne ku pêngava serkeftinê gavekeke mezin ber bi aştiyê ve be. Carekeke din em dûbare dikin ku pêvajoya siyasî bêyî beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser wê bi sernekeve.”

 

Back to top button