ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Girava birçîbûnê di roja duyemîn de li Çil axa didome

70 welatiyên navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo li ser banga Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star beşdarî greva birçîbûnê bûn. Greva birçîbûnê bi armanca piştgiriya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya bajarê Culemêrgê ya bakurê Kurdistanê Leyla Guven ku di zindana Amedê de ji 7’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye û ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye organîzekirin.

Di nava beşdarên greva birçîbûnê de endam û rêveberên sazî û dezgehên navçeyê hene.

Şandeyên saziyên navçeyên Girkê Legê û Dêrikê ji serê sibê ve serdana konê çalakiya greva birçîbûnê dikin. Di serdanê de endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Heyfa Mehmûd axivî û diyar kir ku heta Ocalan tê rizgarkirin, ew bi israr in.

Heyfa Mehmûd piştgiriya xwe ji bo hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HDP’ê ya bajarê Culemêrgê ya bakurê Kurdistanê Leyla Guven ragihand û wiha anî ziman: “Em ê çalakiyên xwe yên piştgiriya rêberê xwe re û têkoşer Leyla Guven bidomînin û em amade ne bi hemû derfetên xwe tev bigerin.”

Li gorî komîteya amadekar çalakiya greva birçîbûnê îro di saetên şevê de bi dawî dibe.

ANHA

Back to top button