ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Beşdarên çalakiyê em ê heta dawiyê li pişt Ocalan û Leyla Guvan bin.

şêniyên herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo, beşdarî çalakiya greva birçîbûnê dibin ku ji aliyê Kongireya Star û PYD`ê ve hatiye lidarxistin.

Beşdarên çalakiya grevê diyar kir ku çalakiya wan tenê li ber çalakiya greva birçîbûnê ranaweste. Endamê rêveberiya PYD`ê Sirûr Şetî got çalakiya wan ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî faşîsma Tirkiyeyê di zindana Amedê de li ber xwe dide. Sirûr wiha got: “Fikrê neteweya demokratîk û biratiya gelan bi ser dikeve. Çalakiyên me tenê li ber çalakiya greva birçîbûnê ranaweste, ew ê heta dawiyê dewam bike, heta ku bendên li ser Leyla Guven û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên şikandin. Em ji cîhanê re dibêjin ku bila bên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bila hevgirtin û biratiya gelan bibînin.”

Endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rafi El-Nezal destnîşan kir ku armanca wan şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Baweriya me heta dawiyê bi fikrên rêber Ocalan heye, em ê heta dawiyê li pişt Ocalan bin.”

Her wiha endamê rêveberiya Meclisa navçeya Til Koçer Silêman Hacî diyar kir ku ew îradeya xwe ji ramanên Ocalan digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê û azadiya rêber Ocalan û hemû girtiyên di zindanên faşîzma Tirkiyeyê de bixwazin. Ew ê tekoşîna me heta dawiyê dewam bikin.”

ANHA

Back to top button