Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya girtiyên di zindanên Tirkiyeyê de di 27’ê Mijdarê dest pê kiriye û di roja 52’an de bi koma 11’an didome.
Her wiha gireva birçîbûnê ya li Mexmûrê ji 18’ê Kanûnê û vir ve didome. Greva birçîbûnê ya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kete roja 31’ê.
Li wargeha Lavrîo ya Yewnanîstanê jî ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û zextên li ser girtîgan biqedin ev 14 roj in greva birçîbûnê heye.
Tevgera Jinên Kurdistanê a Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiyê li çalakiyê dikin.