ManşêtNûçe

Gokay Akbûlût: Gelek delîl hene ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne

Ligel ku gelê Kurd û saziyên civakî ya sivîl bang kirine, OPCW’ê derbarê dewleta Tirk a ku li hemberî gerîlayên HPG û YJA Starê çekên kîmyewî bi kar nayne, lêpirsîn nedaye destpêkirin. Parlamentera Partiya Çep a Almnyayê Gokay Akbûlût ji bo ku OPCW gavekê biavêje nameyek nivîsand.

Endama Meclîsa Federal Akbûlût name ji Thomas Schîeb ê ku nûnerê Almnyayê yê li OPCW’ê re şand û bal kişand ser rapora Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) û dîmenê gerîlayên ku bi çekên kîmyewî êrîşî wan hatiye kirin.

DIVÊ LÊPIRSÎNEKE SERBIXWE PÊK WERE

Gokay Akbûlût diyar kir gelek agahî û delîl hene ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û bal kişand ser vî tiştî ku lêpirsîneke serbixwe hewce ye. Akbûlût diyar kir ji sala 1997’an û vir ve Tirkiye îmze daye Peymana Çekên Kîmyewî û ji ber vê jî saziya mûxatab OPCW ye.

Akbûlût di dûmahîka nameyê de bang li balyozê Almnyayê Schîeb kir ku bila gavan biavêje û bila ji bo lêpirsîn li Tirkiyeyê were vekirin bila serlêdanê bike.

Tevî Fransa û Îngîltereyê, Elmanya jî di nav OPCW’ê de digire. Lê wekî welatên din ên rojava, Elmanya jî li hemberî bangên gelê Kurd, dostên gelê Kurd û rêxistinên civaka sivîl hê tu gav neavêtiye.

ANHA

Back to top button