ManşêtNûçe

Gelê kurd cejna zimanê dayikê pîroz kir

Li rojava yekemîn navenda lêkolînên zimanê kurdî vebû. Bi bûneya  roja 15`ê Gulanê roja  Cejna Zimanê Kurdî, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda yekemîn a lêkolînên ziman li bajarê Qamişlo hate vekirin, Saziya Zimanê Kurdî yekemîn navenda lêkolîn têkildarî zimanê kurdî, komkirina peyvan û amadekariyên ferhengên zimanê kurdî vekir.

Vekirina navendê bi beşdariya hevseroka Komîteya Perwerdeyê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko, şervanên YPG û YPJ`ê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, endamên Saziya Zimanê Kurdî û bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo pêk hat.

Dê di navendê de, der barê zimanê kurdî de, yên wekî têkiliya wateya peyvên zimanê kurdî bi xwezayê re, dayik û dîrokê re, her wiha da ku asta zimanê kurdî di aliyên xwendin û nivîsandinê de were xurtkirin, komkirina gotinên ku ji bşr bûne, da ku werin tomarkiri

n û amadekirina ferhengekê ji bo zimanê kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lêkolîn dê werin kirin.

Di merasîma vekirina navendê de, yek ji endamên beşa lêkolînan di Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Gulê Hesen û li ser navê Komîteya Perwerdeya Zimanê Kurdî Menal Mihemd Emîn axivîn.

Axaftvanan bal kişand ser berhemên berdêlên mezin ku şêniyên Bakur û Rojihlatê Sûriyê di oxira azadî û rûmeta xwe dane. Her wiha diyar kirin ku zimanê kurdî giyan e û bêyî zimanê dayikê tu civak nikarin xwe û  nasnameya xwe nas bikin.

Di merasîma vekirinê de, Saziya Zimanê Kurdî spasname ji Meclisa Malbatên  Şehîdan a Herêma Cizîrê û YPG`ê re pêşkêş ki

rin.

Di dawiya merasîma de, navend ji aliyê Kefaa Alî ve ku hevsera şehîd Yasir Xanikê ye ku di pêngava rizgarkirina Şedadê de şehîd bûbû, hate vekirin.

roja zimanê kurdî ya ku dikeve 15 gulanê li roj ava û bakûrê kurdistanê tê pîroz kirin.

çima15 ê gulanê?

di 15 ê gulanê de yekemîn hejmara kovara hawarê bi xêza kurdî latînî derket, kurdên  roj ava û bakur ji sala 2006`an de ev roj wek roja zimanê kurdî pejirandin û pîrozkirin.

roja 15 gulanê, salvegera kovara kurdî ya bi navê (hawarê)`ye ku di sala 1932’yan de, ji alîyê celadet elî bedirxan ve bi tîpên latînî li bajarê şamê yekemîn hejmara hawarê hatibû derxistin.

bi vê helkeftê, li roj ava  çalakiyên cihêreng cejna zimanê kurdî bi aheng û civîn û semînera pîroz kirin.

her weha di hemû çalakiyan de li ser rola kovara hawarê di parastina ziman û perwerdeya kurdî wek gaveke dîrokî hate nirxandin.

Li roj ava bi keda kurdên azadîxwaz û xwîna hazaran şehîdan kurd û zimanê kurdî ji polîtîkayên desthiladariyê ,asîmlasyona rêjîma Baas hatin rizgarkirin.

Û ji bo xwparastin û pêşxistina zimanê kurdî şoreşek cand huner û berwerdekirinê hate lidarxistin bi 100 hezar şakirit zimanê dayikê fêr û berwerda ziman derbaskirin û îro jî zanîngeh, beyman geh, dibstan hatin vekirin û damezrandin.

Mamoste û xwendekaran Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin

Mamoste û xwendekaran li roj ava û bakur û rojhilatê suriyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahî li dar xistin. Her wiha bawernameyên ziman hatin belavkirin.

Her wiha mamosteyên serkeftî ji aliyê Komîteya Zanist û Perwerdeyê ve hatin xelatkirin û bawername li wan hatin belavkirin.

Back to top button