ManşêtNûçe

Dîwarê berçekirinê

Dewleta Tirk şerê li Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe bikar anî, ji 2015`an ve çete û terorsîtan derbasî Sûriyê kir û bi hinceta parastina ewlehiya xwe li seranserî sînor dîwar lêkir. Dîwar ji Efrînê heya bajarê Dêrikê bakurê rojhilatê Sûriyê dirêj kir.

Di cîhanê de 3 dîwar hatin lêkirin yek dîwarê Çînê ye bi dirêjahiya 9 hezar km, dîwarê di navbera Amerîka û Meksîk de bi dirêjahiya zêdetirî hezar û 70 km û dîwarê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de bi dirêjahiya zêdetirî 711 km.

Bi vê yekê dîwarê di navbera Tirkiyê û Sûriyê dîwarê sêyemên ê herî dirêj di cîhanê de ye tevî dîwarê ku niha li dora Efrînê lêdike da ku wê ji Sûriyê qut bike.

Dagirkeriya Tirk dîwarên ku berê hatine çêkirin bi bilindbûna 4 metre, penahiya 3 metre û pîvana 8 tonan bi cih dike.

Qanûn!

Lîsteyên yan jî bendên lihevkirina Lahayî 1907`an û lihevkirina Cinevê ya 4`an a 1949`an tevî protokola yekemîn 1977`an, di naveroka xwe de tekez dike ku nabe tu dewletek dagirker serdestiya xwe bi kar bîne da ku berjewendiyên xwe yên taybet an jî berjewendiyên şêniyên girêdayî wê bikar bîne. Her wiha nabe şêniyên herêmên bin serweriya xwe, yan jî berhemên binerd ji bo berjewendiyên xwe yan ji bo berjewendiyên şêniyên girêdayî xwe bi kar bîne.

projeya parçekirina Sûriyê projeyeke stratîjîke ji Tirkiyê re, di pêvajoya heyî de hate xuya kirin ku Tirkiyê hîna hewl dide projeya parçekirinê li ser xakên ku dagir dike pêk bîne.

Back to top button