ManşêtNûçe

Gelê Kobanê Kurdistan bi gel û xaka xwe yek parçe ye

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirkr li ser Başûrê Kurdistanê, kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê, li Qada Jina Azad kom bûn.

Xwepêşandan ji Qada Jina Azad ber bi Qada Aştiyê ve çû. Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha dirûşmên silavkirina berxwedana gel li Efrîn û Başûrê Kurdistanê hatin berzkirin.

Meş li Qada Aştiyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a Herêma Firatê Peyman Aydin axivî û îşaret bi siyasetên binpêkirin û qirkirina etnîk û koçberkirina li dijî gelê Kurd ji destpêka aloziya Sûriyê ve kir.

Peyman destnîşan kir ku ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got: “Em tu carî paşve venakişin. Em ê hembûna xwe li ku derê dibe bila bibe, îsbat bikin.”

Der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê Peyman Aydin wiha anî ziman: “Armanca wan ew e ku serdema Osmaniyan vejînin. Gelê me baş dizane ku çawa çarenûsa xwe diyar bike. Îrade û zanebûna wî ji berê zêdetir bûye. Dikare parastina maf û xaka xwe li hember dagirkeran bike.”

Peyman Aydin di dawiyê de got bi rihê berxwedana Şêladizê dê li hember dijminan bisekinin û parastina xak û rûmetê bikin, her wiha bi rihê berxwedana Avestayan dê Efrînê rizgar bikin.

ANHA

 

Back to top button