ManşêtNûçe

Geir Pederson: Civînên “Komîteya Destûrî” Bê hêvî bûn

Nûnerê Tayîbet yê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pederson di axaftina xwe ya dawî de ya di civînên “Komîteya Destûra Bingehîn” de ragihand ku ev tûre tiştek bi dest nexist û li ser sîstema civînan jî lihevkirinek çênebû û got: “Heger kar  bi vî rengî bidome em ê nikaribin berdewam bikin”.

Geir Pedersen piştî civînê, di kongreyeke çapemeniyê de ev agahî da: “Bê hêvî bi dawî bû..Tûr bêyî ku sîstemekê diyar bike dest pê kir. Ji ber ku rejîm pêşnûmeya opozisyonê red kir. ”

Pedersen bi domdarî got: ” Di vê hefteyê de îsbat bû ku ev xet bê kêr bû, bêyî guhertina rêbaza kar em ê nikaribin berdewam bikin.”

Pederson piştraskir ku ji bo berdewamkirina danûstandina tûre cinêvê divê rêbazê nîqaşê were guhertin.

Pedersen diyar kir ku wî bi her du serokên beşdar re nîşqaş kir û banga tevkariyeke zêdetir li wan kir. Her wiha daxuya kirin ku ew ê di demeke nêzî dike biçe Şamê da ku van mijaran û çawaniya pêkanîna biryarên 2254 gotûbêj bikin.

Pedersen eşkere kir ku ew ê bi Rûs, Îran, Tirk û Ereb, Ewropa û rêveberiya nû ya Amerîkayê re bicive.

Komîteyê ji Cotmeha 2019 an ve û heta niha gera xwe ya pêncmîn li darxist.

Ev Komîteya Destûrî ji 45 endaman pêt tê. du nûnerên hikumetê, opezesiyonê û civaka sivîl hewil didin sererastkirina vê destûra nû ya hilbijartinan ku NY serperştiya wê bikin.

Back to top button