ManşêtNûçe

Foza Yûsif: Pêwîste ji bo dadgeha doza Kobanê destwerdan bê kirin

Endama Desteya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Foza Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk bi Doza Kobanê re hemû hêzên ku piştgirî dane berxwedanê dadirizîne, ev yek jî eşkere dike ku ew berdevk û parezerê DAIŞ`ê ye. Foza Yûsif diyar kir ku divê hêzên navnetewî ji bo dadgehkirina dewleta Tirk bi erkên xwe rabin.

Foza Yûsif ji jansa ANHA’yê re diyar kir ku bi vê doza Kobanê re hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ`ê careke din zelal bû. Helwesta HDP û gelê Kurd a di piştgiriya Kobanê ya sala 2014`an de li dijî DAIŞ`ê parastina mirovatiyê bû.

Divê dewleta Tirk bê dadgehkirin ji ber ku wê piştgirî da DAIŞ`ê, û bi her awayî sînorê xwe ji wan re vekir.

Yûsif wiha li axaftina xwe zêde kir: Divê raya giştî hişyar be ji ber ku ev dozeke pir hesas e. Ev doz asta faşîzmê ya ku di hundirê Tirkiyê de bi pêş ketiye eşkere radixe ber çavan.”

Foza Yûsif bêdengiya dewletan a li hemberî Doza Kobanê rexne kir û ev tişt got: Gelek dosya û belge hene ku îsbat dikin ku ev çete di sînorên Tirkiyê re derbas bûn ango sînor ji bo wan vekirî bû lê berjewendiyên navnetewî dibin sedem ku bêdengî hebe.

Foza Yûsif diyar kir ku pêwîste ji bo dadgeha doza Kobanê destwerdan bê kirin û got: “Divê Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî li hember vê yekê derbikeve.

Gelek dewletên navnetewî piştgirî dan berxwedana Kobanê û 1 Mijdarê roja piştgiriya berxwedana Kobanê a cîhanî hat pejirandin.

Foza Yûsif anî ziman ku bi bêdengmayîna Ewropa, Amerîka, Rûsya û qada navnetewî bi xwe re dikevin nakokiyan.

Dewleta Tirk hemû partî û şexsên ku demokrasiyê esas digirin û mafê Kurdan dinasin ji xwe re wekî dijmin dibîne ev dijminatiya li hember demokrasiyê ye.”

Back to top button