ManşêtNûçe

Eric Coquerel: Tirkiyeyê hemû heincetan bi kar tîne ji bo HDP bê girtin

Parlamenterê çepgir ê Fransayê Eric Coquerel, ji bo HDP û doza Kobanê banga zextê li Tirkiyê kir.

Yek ji endamên heyeta ji bo şopandina Doza Kobanê çû Enqereyê, wekîlê partiya Fransa ya Serî Natewîne (France Insoumise) Eric Coquerel got, “Di vê dozê de ku ji aliyê Serokkomarê Tirk ve tê birêvebirin, min gelek mafên mirovan ên giran ên li dijî pîvanên demokratîk û mafê parastinê tespît kir.”

Coquerel diyar kir ku ev doz ‘siyasî’ ye û bi bîr xist ku ‘Piştgiriya ji bo şervanên Kurd ên li Kobanê ku li dijî DAÎŞ’ê hevalbendên Fransayê ne’ weke hincet ji bo dozê hatiye nîşandan.

Coquerel got, ” wê Tirkiyeyê dozeke duyemîn dest pê bike ji bo HDP bê girtin.”

Coquerel bang li wezîr Jean-Yves Le Drian kir û got: Pêşniyarê li we dikim ku ji bo nirxandina vê pirsgirêka lezgîn û bersiva Fransayê ya li hemberî vê yekê biaxive bi me re hevdîtinê bike.”

ANF

Back to top button