ManşêtNûçe

Emîn Elîko: Siyasetên qirkirinê berdewam in

Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Nîsanê de êrişên dagirkirinê li djiî êrişî Herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin û tê de tevahî çekên giran û yên qedexekirî bi kar anîn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko behsa êrişên hovane yên ku dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha êrişên beriya wê yên li ser Heftanînê û Garê û îro êrişî Metîna, Zap û Avaşînê kir û got, ev êriş nîşaneya bêçareya dewleta Tirk e ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê têkçûye.

‛SIYASETÊN QIRKIRINÊ BERDEWAM IN’

Elîko îşaret bi dema ragihandina êrişan li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir ku di salvegera komkujiyên Ermen de pêk hat û wiha got: “Ev êriş ne tesaduf bûn, ji ber dewleta Tirk li ser xeta  Osmaniyan dimeşe. Siyasetên Osmanî ku îro AKP’ê bi serkêşiya Erdogan pêk tîne ew e têkbirin û qirkirina gelê Kurd li her deverê ye. Êriş ne tenê li dijî herêmên Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, lê belê êriş heta bi kûrahiya Iraqê ne, ji Şengal bigire heta bi Kerkûk û Mûsilê.”

Elîko diyar kir ku Erdogan bi rêya siyasetên xwe yên faşîst di radeya yekemîn de ol û hestên gel bi kar tîne û her tim hewl dide projeya Mîsaqî Millî li herêmê pêk bîne û got:  “Divê xeteriya projeya Mîsaqa Millî were zanîn.”

Elîko îşaret bi aloziyên hundirîn û derve yên AKP’ê kir û wiha pê de çû: “AKP’ê li pêşberî aloziyên aborî, siyasî û civakî yên li hundir e û partiya serdest ber bi talûkeyê ve diçe. Her wiha pirsgirêkên wê bi Qibris, Yewnanistan û Ermenistanê re jî hene.”

‛BÊDENGIYA LI HEMBER ÊRIŞAN, ERÊKIRINEK JI DEWLETA TIRK RE YE’

Elîko bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Hay ji xeteriya AKP’ê ya li ser herêmê hebin, ji ber ku armanca wê têkbirina çi proje yan jî statû yan jî partiyeke kurdî ye.”

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker bi rêya hin partiyên Kurd ên ku di çarçoveya siyaseta dewleta Tirk de tev digerin, hewl dide yekitiya Kurd bi rêya bikaranîna siyaseta ‘parçe bike, tu yê bi serkeve’ derbe bike. Ji ber ku projeya wê diyar e û temenê wê jî diyar e û dê sibe dewleta Tirk dev ji wan partiyan berde û ew ê bikevin çopa dîrokê, heke ew li xwe hay nebin.”

Elîko di dawiyê de bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk rexne kir û diyar kir ku ew bêdengî erêkirineke ji dewleta Tirk re ye ku êrişên xwe berdewam bike.

ANHA

Back to top button