ManşêtNûçe

Êzîdiyên li Bakur û Rojhilata Sûrî peymana Bexdad-Hewlêr şermezar kirin

Bi sedan ji Êzîdiyên li Bakur û Rojhilata Sûrî her wiha bi sedan ji şêniyên Bakur û Rojhilata Sûrî duh 23’ê Mijdarê bi xwepêşendanekê derketin li van herêman(Qamişlo,Dêrîk,Amûdê,Girgê Legê û Tirespiyê).

Ev banga li ser bingeha Rêveberiya Xweser a mecilsa Şengalê ji raya giştî û kurdistanî re bû ku li dijî planên ku Bexdad û Hewlêr di derbarê Şengal û gelê Êzîdî dimeşînin rawestînin.

Xwepêşanderan hêrsa xwe ji peymana ku di navbera aliyên siyasî li Îraqê pêk hat kirin, li ser xistina Şengalê di bin fermandariya leşkerî de girêdayî hêzek partî ya ku dev ji Şengalê berda di dema êrîşa DAIŞ’ê li ser herêma Şengalê de, û di wê demê de Kurdên Êzîdî rastî komkujiyek herî dijwar ên vê sedsalê hat vegotin.

Xwepêşanderan bang li aliyên Kurdî kirin ku destwerdanê bikin da ku pêşî li karesatek din a li dijî gelê Şengalê bigirin.

Xwepêşanderan dirûşmeyên berz kirin û banga yekîtiya rêza Kurdî kirin û li dijî planên Tirkiyê bisekinin.

Back to top button