ManşêtNûçe

Enwer Muslim: Hevdîtinên bi hikûmeta Sûrî re sekinîne û ew di diyalogê de ne cidî ye

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Enwer Muslim got:” Hikûmeta Sûrî xwesteka wê tune ye û di diyalogê de ne cidî ye”.

Ev di daxuyaniyekê de ji Ajansa North-Press re hat duh 24’ê Mijdarê, ku Muslim îşaret kir ku “Rêveberên Rûsî daxuyaniyên ku vegerandina hevdîtin û danûstandinên bi hikûmeta Sûrî re teşwîq dikin dan,û ya herî dawî ji sefîrê Rûsî li Sûriyayê Alexander Yefimov bû, lê ev” bi gavên pratîkî re nehat”.

Enwer wiha lê zêde kir ku Rûsya weke hêzek mezin her wiha kolîsyona navneteweyî dikare rengek ji zixtên li ser aliyên cûrbecûr yên Sûrî bike da ku bigihîjin formulek lihevkirinê di navbera wan de.

Derbarê ragihandina koalîsyona dijberiya sûrî ya damezrandina desteya hilbijartinê, hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) berçav kir ku koalîsyonê berê dev ji prensîbên girêdayî Sûriyan berda bi armanca “Rojevên navneteweyî di serî de Tirkiyayê razî bikin”.

Muslim baweriya xwe diyar kir ku bi îhtîmala ku “koalîsyon dê bi (rejîma Sûrî) re beşdar bibe bi armanca gihaştina berjewendiyên xwe ne berjewendiya gelên Sûrî”.

Li ser semînerên ku li Bakurê Sûriyê ji aliyê Meclisa Sûriya Demokrat ve hat li dar xistin, Muslim got: “Ev di berjewendiya Sûriyan de ye û armanca wê ew e ku bigihîje Sûriyek demokratîk a bihêz û nenavendî”.

Muslim diyar kir ku dxweazên ji nû ve sazkirina Rêveberiya Xweser a ku bi semînerên diyalogê şahidin, tên qebûl kirin, ji ber ku Rêveberiya Xweser berî şeş salan hat damezrandin, û MSD’ê wan li ber çav digire.

Enwer Muslim got ku PYD’ê piştgirî dide pêşnyarên Meclisa Sûriya Demokratîk di hemû aliyan de.

Back to top button