ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li Kurdan kir ku rê li ber komkujiyên din bigirin

Duh 23’ê Mijdarê Rêveberiya Xweser a herêma Şengalê bang li alî, hêzên siyasî û bi giştî gelê Kurd kir ku bilezînin da ku Şengal û civaka Êzîdiyan ji metirsiya komkojiyê ya ku dibe li dijî wan were kirin biparêzin, piştî ku aliyên Îraqî razî bûn xwe ji dorpêçkirina Şengalê kirin û anîna hêzên leşkerî ji wan re.

Ev daxuyaniya ku ji hêla meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê(MXDŞ) ve hat kirin derbarê rewşa dawî ya Şengalê û planên Îraqî yên li ser herêmê hate weşandin, di daxuyaniyê de meclis daxwaz kir: “Divê hemî hêz û aliyên siyasî ji bo parastina civaka Êzîdî amade bin ji ber ku Şengalê di xeterê de ye.

Daxuyanî diyar kir ku gelê Êzîdî peymana 9’ê Cotheha 2020’an ya di navbera Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî û PDK di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi tundî red kirin, û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Ji roja yekem ve, rêveberiya me gelek civîn bi hikûmet, kesayet, hêzên leşkerî û partiyan Îraqî re kir,û Heya vê rojê, em dixwazin ev pirsgirêka girêdayî Şengalê bi diyalogê were çareser kirin, lê mixabin ya ku ji me re xuya dike ku ew dixwazin peymana ku wan li ser lihev kirin li ser Şengalê pêk bînin”.

Daxuyaniyê diyar kir ku “Şengal ne hewceyê hêzên leşkerî yên derveyî ye û hêzên parastina Şengalê ku ji jin û mêrên ciwan ên Êzîdî pêk tê dikarin Şengalê biparêzin”.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir”Me di çarçova parastina rewa de li dijî hemî êrişên derve û hundirîn de gelê Êzîdî û destkeftiyên wan parastin”.

Meclisa Rêveberiya Şengalê bang li raya giştî kir û got: “Em naxwazin şer çêbibe, lê em ê mafê xwe yê parastina rewa li hemberî her êrişên li dijî destkeftiyên gelê xwe bikar bînin”.

Meclis di daxuyaniya xwe de armanca vê peymanê diyar kir”Ev e domandina planên çeteyên DAIŞ’ê ye” bin navê ferzkirina zagonê ye”.

Back to top button