ManşêtNûçe

Emîna Umer: Rola eşîran di pêkanîna aştiyê û hevgirtina civakî de pir mezin e

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordînasyona MSD`ê re duh civînek ji eşîra El-Bosalim li gundê Ebtex ê Til Hemîsê, li dar xist.

Şêx û rûspiyên Eşîra El-Bosalim û eşîrên Ereb beşdarî civînê bûn. Her wiha hevseroka MSD`ê Emîna Umer û şandeyek ji Desteya Rûspiyan beşdarî civînê bûn. Di civînê de eşîran xwestek û pirsgirêkên ku di nava çend salan de zehmetiyan ji ber dikişînin, pêşkêş kirin û piştrast kir ku bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê ku ji zarokên wan hatiye avakirin, bawer in.

Şêx û rûspiyên eşîra El-Bosalim di civînê de behsa rewşa girtiyan, zêdebûna saetên dayîna kehrebeyê, peydakirina pêdiviyên sereke ji jiyanê re mîna nan û av kir, her wiha got herêmên başûrê navçeya Til Hemîsê ji herêmên xizan in û ji aliyê komên çete û terorîst ve ratî gelek ziraran hatine.

Rûspiyan diyar kir ku xetere ji aliyê aborî ve tê û divê aliyên pêwendîdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên pêwîst di vê der barê de bigirin.

Hevseroka MSD`ê Emîna Umer jî di civînê de wiha axivî: “Pirsgirêkên ku rastî herêmê tên ji mijarên sereke yên jiyanê ne. Em ê li ser wan bisekinin û ji aliyên pêwendîdar re ragihînin da ku çareser bikin.”

Emîna Umer di civînê de behsa sedemên paşdexistina aboriya li Sûriyê û herêmê kir û ev tişt anî ziman: “Ji ber Koronavîrus li Sûriyê û li herêmê, aborî ber bi xeteriyê ve diçe. Ji be re 9 sal in li herêm şer li dar e. Binesaziya wê hilweşiyayê. Tu şîrketên biyanî li Sûriyê tune ne. Tişta ku li Sûriyê hebû di salên şer de derbasî derve bû. Her wiha cezayên ku li ser Sûriyê têne ferzkirin bandoreke neyênî li giştî herêmê dike.”

‘HIN ALÎ DIXWAZIN YEKITIYA NÎŞTIMANÎ PARÇE BIKIN Û BIKEVIN NAVA EŞÎRAN’

Emîna Umer der barê hevgirtina civakî de û rola eşîran di parastina aştî û yekitiya neteweyî de ev tişt bilêv kir: “Tevî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û zehmetiyên ku rastî me tên bi taybet hebûna terorîstan li herêmê, lê zarokên herêmê bûn yek û teror têk bir. Hin alî dixwazin yekitiya neteweyî parçe bikin û têkevin nava hevgirtina civakî û bi taybet a eşîran. Helwldanên leşkerkirina zarokan weke çete li beramberî pereyan hene û wan ber bi şerê li Lîbyayê û Yemenê ve dişînin. Ji ber wê divê mirov der barê siyasetên xeter ên bi vî awayî de  hişyar bin û li pey wan neçin.”

Emîna îşaret bi girîngiya rola eşîran di aştiyê de kir û wiha pêde çû: “Rola eşîran di pêkanîna aştiya biratî  û hevgirtina civakî de di nava projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan de pir mezin e û serketina Rêveberiya Xweser serketina tevan e.”

Roja yekşemê jî MSD`ê bi rûspiyên eşîra El-Yesar re ku ji qebîleya Tey in, civiya bû. Civîn li gundê Qurtûba hate lidarxistin. Tê payîn ku civînên MSD`ê bi eşîrên Ereb ên herêmê re bidomin.

Tê zanîn ku artêşa Tirk a dagirker bi hezaran ji gelê Sûriyê yên li herêmên dagir kirine perwerde kirin û ber bi şerê li Lîbyayê ve şandin da ku destekê bidin hikumeta El-Sîrac. Li gorî raporan ku bi sedan ji wan niha li wê deverê ne. Her wiha di demên dawîn de hindek raporan behsa hewldanên Rûsya ji bo leşkerkirina zarokên ji eşîran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku wan ber bi şerê Lîbyayê ve bişîne û destekê bide artêşa Lîbyayê.

ANHA

Back to top button