ManşêtNûçe

Em koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê piştgiriya xwe ji pêngavê re nîşan didin

Bi dehan endamên sazî, yekitî, partî, tevgerên siyasî, oldar, Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê, koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê li Parka 4′ê Nîsanê ya li gundê Maratê yê girêdayî navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn û têkildarî mijarê dauxyanî da.

Çalakvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên ′Dem dema azadiyê ye′, ′Azadiya Rêber Apo misogeriya avakirina nenteweya demokratîk e′ hildan.

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek Hisên daxuyanî xwend. Melek bal kişand ser pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wekî bertekeke xwezayî û mirovî ya civaka demokratîk a mirovî û azad ya cîhanê li hember komploya navneteweyî bi nav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em sazî, partî, tevger, kesayet û koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê piştgiriya xwe ji pêngavê re nîşan didin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareseriya siyasî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e û hat gotin ku ev pêngav ji bo rizgarkirina mirovahiyê, ekolojiyê û jinan e.

Di dawiya daxuyaniyê de banga li gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û bi taybet gelê Ereb, gelên Ewropa û Tirkiyeyê hate kirin ku ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin û hat gotin: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê wateya rizgarkirina Efrîn, Bab, Amed, Serêkaniyê, Mehabad û tevahî herêmên dagirkirî.”

Back to top button