HELEP
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD beşdarî Panêle diyaloga siyasî bû, ku ji aliyê Însiyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêber Ocalan û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan, di bin dirûşma ”azadiya ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re”
Di panêlê de hemû sazî û aliyên siyasî beşdar bûn, panêl bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê ṣehîdan despêkir, piştre jî mijar ji aliyê Berdevka Însiyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêbertî Amna Xidir ve hate xwendin. û li ser navê Yekîtiya Hiqûqnasan Alaedîn El-Xalid Kalo û Berdevka Însiyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzanda Munzir Hemû gotinan nîşan dan ku yekane çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bi taybetî û Rojhilata Navîn bi giştî azadî û azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.
Piştî gotinan nîqaş ji amadebûyan re hat vekirin da ku guhdariya nêrînên cuda bikin û çareseriyekê bibînin.