ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Em ê heta dawiyê ewlehiya bajarê xwe biparêzin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê teqez kir ku hin derdor dixwazin ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibin û dê li hember kiryarên wiha li ber xwe bidin.

Gelek endamên saziyên sivîl, saziyên leşkerî, şêniyên bajar û gundewaran li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundên Wê kom bûn û bi daxuyaniyekê teqîna terorîst a li Minbicê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfa Xelo ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û malbatên şehîdên amerîkî re dixwazin.

Em di bajarê Minbicê de wek rêveber, eşîr û meclisên leşkerî bi hemû pêkhateyên wê di rewşeke ewle û biîstîqrar de dijîn û bi dilpakî li hember bajarê xwe kar dikin û wiha got: “Lê kesên newêrek, dixwazin îstîqrara li bajêr têk bibin, tevliheviyê derdixin, ji bo wê bi karê terorîst radibin, mîna teqîna li Minbicê û gelek kiryarên qirêj. Yên ku van karan dikin ji mirovahiyê dûr in. Em ê heta dawiyê ewlehî û îstiqrarê bixin bajarên xwe û yên ku bi van karan radibin dûrî mirovahiyê ne.

Em ê li pêşiya kesên ku dixwazin ewlehiya bajêr têk bibin, bisekinin, van kiryarên li hember sivîlan şermezar dikin û ev yek me xemgîn dike.

Back to top button