ÇalakîManşêtNûçe

ev zêdetirî 70 roj in di greva birçîbûnê de ye

Bedana vîna gelan Leyla Guven li ber çavê cihanê dihele. Gel di vî warî de hesas û çalak e. Lê raya giştî, parêzvanên mafên mirovan û saziyên tenduristiyê li hember rewşê keer, kor û lal in.

Hevseroka KCD´ê û Parlementera HDP´ê Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê, ev zê detirî 70 roj in di greva birçîbûnê de ye. Her wiha li gelek hepsan jî hepsiyên ji dozên PKK û PAJK´ê bi heman armancê berxwedana xwe bi biryardarî didomînin. Parlementerên HDP’ê û nûnerên saziyan li ser rewşa Guven û daxwezên hepsiyan peyivîn.

Parlementerê HDP’ê Saît Dede destnîşan kir ku Leyla Guven ji bo bibe dengê daxwaza gel bedena xwe daye ber birçîbûnê û got, “Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan, gel hemû tê tecrîdkirin. Ew tecrîd li tevahiya hepsan belav bûye. Leyla Guven ji bo xwe tiştekî nake. Ji bo parastina mafê jiyanê yê Guven û hepsiyan divê daxwazên wan bên qebûlkirin.”

Mafê jiyanê pîroz e

Her wiha Serokê Şaxê  Colemêrgê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) yê berêm Mûsa Bor jî got. mafê jiyanê mafekî pîroz e û divê mafê jiyanê yê Leyla Guven bê parastin. Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku bêhtir balê bikişînin ser vê rewşê û gav bên avêtin.”

Back to top button