ManşêtNûçe

Ebdulkerîm Omer: Serkeftina Rojava serkeftina Başûr e

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re û rola ENKS ji ANHA re nirxand.

Ebdulkerîm Omer di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rola erênî ya gelê Kurd û şerê li dijî terorê û got: “Guhertinên li Rojhilata Navîn û rola kurdan bi rûbirûbûna terorê re, derfet da ku Kurd maf û doza xwe bi dest bixe û cîhan hemû deyndarê gelê Kurd e.”

Omer ev tişt lê zêde kir: “Dewleta Tirk doza Kurd ji bo hebûna xwe gef dibîne.”

Ebdulkerîm Omer wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirk li ser esasê qirkirina gelan hatiye avakirin û ew di vê yekê de berdewam e. Dewleta Tirk dixwaze xewnên xwe yên avakirina Osmaniyê û dubarekirina Mîsaqî Millî taybet bi nêzîkbûna sedsala peymana Lozanê di 2023’yan de pêk bîne.”

Omer diyar kir ku: “Ji destpêka şoreşa Rojava ve, dewleta Tirk dixwaze destkeftiyan têk bibe, ew şerê parçeyekî yan jî partiyekê nake, lê belê hemû kurdan dike hedef. Kurdê baş ji bo wê Kurdê miriye, ji ber wê gefên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.”

Der barê komplo û planên li dijî herêmê de jî Omer got: “Dewleta Tirk di dema dawî de gefa dagikirina herêmên nû xwar, dest bi êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, bi hevkariya PDK’ê û hikûmeta Kazimî li dijî Şengalê komplo pêk anî. Armanca wan qirkirina civaka Êzidî ye.”

Omer ev pirsî û got: “Dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, bi hezaran jinên êzidî revandin, kî reviya û gel tenê hişt? Hikûmet û artêşa Iraqê li ku derê bûn? Pêşmerge û PDK’ê li ku derê bûn? Me dît çawa Pêşmerge reviyan?”

Omer wiha pê de çû: “Niha dixwazin qirkirina civaka êzidî dubare bikin, li aliyê din êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin, kesayetên welatparêz dikin hedef. Başûr ji MÎT’a Tirk re bûye meydan, operasyonên wan li ser agahiyan tên kirin.”

Ebdulkerîm Omer di dewama axaftina xwe de got: “Hevkariya bi dewleta Tirk re xiyaneta li hember gelê Kurd e, dê dîrok wan şermezar bike.”

Ebdulkerîm Omer ev daxwaz ji PDK’ê kir: “Divê PDK’ê nas bike binkeftina gerîla nayê wateya serkeftina Başûr û Rojava.” û got: “Serkeftina Rojava serkeftina Başûr e, binkeftina Rojava binkeftina Başûr e, serkeftin ne ya partiyekê yan parçeyekê ye.  Li pêşiya me derfetek heye divê em sûd bigirin, ji ber wê aliyê ku hevkariya dewleta Tirk dike û sûd ji vê derfetê nagire, xayîn e, xiyanetê bi gelê Kurd û bi hezaran şehîd dike.”

Omer wiha lê zêde kir û got: “Eşkere ye, ew li dijî gefên dewleta Tirk in, lê mixabin PDK’ê helwesta xwe neguhertiye, hevkariya bi dewleta Tirk re dewam dike, ev yek destkeftiyên gelê Kurd dixe metirsiyê.”

Ebdulkerîm Omer destnîşa kir ku: “Weke dîplomatkarekî li Rojava û hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve, di her çalakiyeke me ya dîplomatîk de ENKS’ê dibû bend, her dem Rêveberiya Xweser di aliyê dîplomatîk de reş dikir. Ev helwest hişt dewleta Tirk planên xwe pêk bîne. ENKS’ê piştgirî dide êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ev yek hat dîtin.”

Omer diyar kir ku: “Ew îdia dikin PKK hedefa dagirkeriyê ye. Lê beriya PKK bê damezrandin dewleta Tirk şerê kurdan dike, di 100 salî de dewleta Tirk li dijî serhildanên kurdan li Bakur qirkirin pêk anî.”

Ebdulkerîm Omer di dewama axaftina xwe de bal li ser vê yekê kişand: “Dema referandom hate ragihandin helwesta Erdogan çi bû? Dewleta Tirk rêz ji PDK’ê û Mesûd Barzanî re negirt. Ji hikûmeta Iraqê ji zêdetirî dewleta Tirk li dijî referandomê sekiniya. Dewleta Tirk hebûna xwe li ser nebûna kurdan dibîne.”

Ebdulkerîm Omer daxwaz ji kurdan kir û got: “Di dîroka nêzîk de gelê Kurd ji ber têkilî û xiyaneta bi dewleta Tirk re gelek zirar dîtin. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de ev êş dubare nebin, eger destkeftiyên gelê Kurd têk çûn dê tu derfetên din çênebin.”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer di dawiya axaftina xwe de got: “Ji destpêka şoreşê ve em dibêjin garantiya parastina destkeftiyan yekitiya gelê Kurd e. Di 10 salan de me gelek caran banga pêkanîna kongreya neteweyî ya kurdî, avakirina lêvegera siyasî û yekitiya gelê Kurd kir.”

Back to top button