Li gorî nûçeya RT berdevkê Wezareta Karên Derve ya Kaxazistanê got gerên Astanayê ew ê meha bê dest pê bike.
Berdevk ji rojnamevanan re da zanîn ku gera 18`an a civînên Astanayê dê 14-16 Hezîranê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê were lidarxistin.
Her wiha got, Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê dewletên garantorên diyalogan û çavdêr jî vexwendine.
Gera 17`an a Astanayê 21-22`yê Kanûnê li paytexta Kazaxistanê li dar ketibû.
Ji destpêkê û heta niha gerên Astanayê xizmeta aloziya gelê Sûriyê nakin û bûn sedem ku hikumeta Şamê rûbereke mezin ji xaka welat careke din kontrol bike.
ANHA