ManşêtNûçe

Ebdî: Tirkiyê binpêkirina peymanên navneteweyî didomîne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê postek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Mezlûm Ebdî got:

“Tirkiyê binpêkirina peymanên navneteweyî yên ku bi dewletên garantor re li herêmên me îmze kiriye, didomîne.

Êrişa li ser Kobanê, hedefkirina sivîlên bêguneh, qetilkirina kesayetên rêveber bi balafirên bê mirov provokasyon in ku gefan li ewlehî û aştiyê dixwin, her wiha operasyonên li dijî DAIŞ’ê asteng dikin.”

ANHA

Back to top button