ManşêtNûçe

Moskoviyan: Tirkiyê alava wêrankirin, koçberkirin û qirkirinê ye

Dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê êrişên berfireh ên qirkirin û dagirkirinê li ser Herêmên Parastinê yên Meydayê dane destpêkirin. Gel, di serî de siyasetmedar, rewşenbîr, akademîseyonên demokratîk nerazîbûnê nîşanî van êrişan didin.

Gelek rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên Ereb bi daxuyaniyeke hevpar  ev êriş şermezar kirin û got: “Hêzên Kurd ên ku di dagirkirina herêma Kurdistanê de alîkariyê didin artêşa Tirk a dagirker, cehş û çeteyên Erdogan in. Armanca wan tenê têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û ji bo berjewendiyên kesayetî, malbatî û partiyetî yên teng kar dikin.”

Ji kesên ku ev daxuyanî îmze kirine nivîskar û rojnamevanê lubnanê Hamo Moskoviyan e.

Moskoviyan ji ANHA’yê re û bal kişand ser xeteriya plana Tirkiyê û got: “Di van demên zehmet ên ji ber şerê li Ukraynayê, aloziya leşkerî û siyasî ya li cîhanê de, Tirkiyê hewl dide sûdê ji vê rewşê werbigire. Dewleta Tirk plana êrişeke nû, qikirineke nû, sûcên nû, koçberkirineke nû li dijî gelên Rojhilata Navîn û Qafqasyayê dike.”

‘TIRKIYÊ ALAVA WÊRANKIRIN, KOÇBERKIRIN Û QIRKIRINAN E’

Hamo Moskoviyan anî ziman ku Erdogan xwe wekî kevoka aştiyê nîşan dide, lê di rastiyê de “Şeytanê şer e” û wiha domand: “Edogan êriş li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye da ku van herêman tev li dewleta Tirk bike. Bi vê yekê sûdê ji têkiliyên taybet ên bi fermandarên Rûsya û Amerîkayê re digire ku rolekê ji diyalogên derbarê şerê li Ukraynayê dilîze.”

Moskoviyan îşaret pê kir ku tevahî têkoşer, nivîskar û rojnamevan, rewşenbîr û akademîsyenên azad ên Rojhilata Navîn û cîhanê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê û hewldanên wê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê tev li xwe bike, şermezar dikin û got: “Tirkiyê nabe kevoka aştiyê, lê alava wêrankirin, koçberkirin û qirkirinê ye. Pêkenokeke ku hin dewletên Ewropayê îdia dikin ku Erdogan meşeleya azadiyê hilgirtiye.”

Nivîskar û rojnamevan Hamo Moskoviyan anî ziman divê tevahî hêzên demokratîk li hemberî Erdogan û dewleta Tirk bisekinin û sûcên wê bi dawî bikin û got: “Di nava gelê Kud de xayîn hene ku bi dewleta Tirk re dibin hevkar da ku planên wê pêk bînin. Divê sînorek ji van xayînan re were dayîn.”

Back to top button