ManşêtNûçe

DYA`yê bang li Almanyayê kir ku li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê alîkariyê bidin

Nûnerê DYA’yê yê Sûriyê James Jeffrey ji ajanseke nûçeyan a Almanyayê re got: “Em daxwaza şandina hêzên bejahî ji Almanyayê dikin da ku cihê leşkerên me bigirin.” Jeffrey destnîşan kir ku ew pêşbînî dike ku di dawiya vê mehê de bersiva daxwaza wî were dayîn.

Jeffrey ji hikumeta Almanyayê daxwaz kir ku Bundeswehr (Artêşa Almanyayê) hêzên perwerde, pisporên lojîstîkê û karkerên teknîkî bişîne.

Tê zanîn ku serokê DYA’yê Donald Trump di meha Kanûna derbasbûyî de der barê vekişandina hemû leşkerên Amerîkayê ku hejmara wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 hezar bû, biryar da. Lê piştre Trump biryara mayîna 400 leşkerî da ku ji bo sazkirina aramiyê di navbera sînorên Iraq û Sûriyê de alîkar bin.

Back to top button