ManşêtNûçe

Donald Trump QSD’ ê pîroz kir

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di peyama ku ji aliyê Koşka Spî ve derket, serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Iraqê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir.

Di peyamê de wiha hat gotin: “Me bi hevkarên xwe yên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ku di nav de Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên ewlekariya Iraqê jî hene, hemû herêmên di bin kontrola xelîfeta DAIŞ’ê de ji sedî sed rizgar kirin. Heya berî du salan jî, DAIŞ’ê li herêmeke berfireh a Iraq û Sûriyê serweriya xwe didomand. Me herêmeke nêzî 20 hezar mîl berfireh ji DAIŞ’iyan paqij kir û bi mîlyonan mirov ji destê xîlafetê rizgar kir.  DAIŞ’ê serê mirovan jê dikir, tacîz û tecawiz li zarokan kir, jin û zarok kuştin û gelek çalakiyên hovane pêk anîn. Ez ji vê derê bangî ciwanên baweriya wan bi propagandeya DAIŞ’ê tên, dikim; ger hûn beşdarî wan bibin, hûn ê bimirin. Li şûna ku hûn vê rêyê ji bo xwe hilbijêrin, li ser jiyaneke xweş bifikirin. Dibe ku careke din tirsonek derkevin holê, lê hemû hêza xwe winda kirin û bi bin ketin. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de em ê tim saxlem bin. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, em ê li dijî DAIŞ’ê tim tê bikoşin û berjewendiyên xwe biparêzin. Ji bo ku em terorîstên îslama radîkal têk bibin, em ê bi muttefîk û hevparên xwe re xebatên xwe berdewam bikin.”

QSD’ê duh di merasîma li Heqil Omer Petrol a bejahiya Dêrazorê de, serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê îlan kir û diyar kir ku wan tevahiya axa Suriyê ji bin kontrola DAIŞ’ê rizgar kiriye û xelîfeta DAIŞ’ê ya li ser axa Sûriyê têk çûye.

Di vê çarçoveyê de, gelek serok û fermandarên dewletan peyamên pîrozbahiyê ji bo QSD`ê dan.

 

Back to top button